Ciwan Boltan tevî rapora nikare di girtîgehê de bimîne, nayê berdan

Li girtîgehên Tirkiyê mafên girtiyan û bi taybet girtiyên nexweş tên binpêkirin û kirinên dermirovî li dijî wan girtiyan didomin..Girtiyên nexweş ku nikarin li girtîgehan bimînin, û nabe bimînin, ne tên dermankirin û ne jî tên berdan.

Girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyê, tevî nexweşiyên giran û raporan jî nayên berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li komeleya xwe ya li Taksîmê pêk anî.

Endamên Komîsyonê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ciwan Boltan ê li Girtîgeha bajarê Bolûyê.

Endamê Komîsyona Girtiyên Nexweş ê ÎHD’ê Mehmet Acettîn, bi bîr xist ku li girtîgehan di mehekê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da û diyar kir ku tenduristiya laş û ruh a girtiyan her tim di bin gefeke giran de ye.

Acettîn derbarê Boltan de wiha got:

“Bijîşkan ji bo Boltan ku gelek nexweşî lê peyda bûne rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabûn, lê belê Saziya Tiba Edlî, li dijî wan raporek amade kir û berdana Boltan asteng kir.”

Ozgur Încî yê nexweş ne tê dermankirin û ne jî tê berdan

Girtiyê nexweşiya giran Ozgur Azad Încî ku 22 sal in girtî ye, ne tê dermankirin û ne jî tê berdan.

Bavê Ozgur Azad Încî Cemîl Încî da zanîn ku tevî nexweşxaneyê rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye lawê wan jî lê ji ber Saziya Tiba Edlî; dibêje ‘dikare di girtîgehê de bimîne’, ew nayê berdan.

Încî banga berdana hemû girtiyên nexweş kir.

Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin

Li aliyekî din Reşît Îlhan ku li Girtîgeha bajarê Gumuşhaneyê girtî ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand.

Îlhan, da zanîn ku gardiyanan hewl dane wî bifetisînin û banga hestiyariyê kir.

ÎHD: Bila girtiyê nexweş korkmaz were berdan

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê jî, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş bi awayekî online civîna çapemeniyê li dar xist.

Rêveberê ÎHD’ê Ehmed Çîçek ê daxuyanî da, bi bîr xist ku li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Îzmîrê nêzî 11 girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û xwest rayedar guhê xwe bidin daxwazên girtiyan.

Çîçek bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ozal Korkmaz û banga berdana hemû girtiyên nexweş kir.

Back to top button