Li Şam û Beyrûtê salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê bi şahiyekê hat pîrozkirin.
Li taxa Zorava ya Şamê bi dehan kesî bi şahiyekê salvegera 45′an a damezirandina PKK′ê pîroz kir.
Rêvebera Meclisa Taxa Zorava Berçem Yûsif, salvegera damezirandina PKK′ê li gelên azadîxwaz, gerîla û berxwedêrên di zindanan de pîroz kir.
Berçem Yûsif diyar kir ku PKK′ê ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahî û ji bo jinên Kurdistanê û yên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê vejîneke nû ye û wiha got:
“PKK′ê rêxistina xwe berfireh kir, ji bo hişyarkirin û perwerdekirina gel kar dike.”
Piştre hejmareke hunermend stran gotin û xelekên govendê hatin gerandin.
Li kantona Hesekê salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin