YPJ: Bûn Pêşêngên Berxwedana Rûmetê

YPJ ragihand ku di şerê Serê Kaniyê de ji fermandarên YPJ’ê Zeynep Felat û Nergîz Şewiş şehîd bûne. YPJ got, “Bi fedekarî, rihê berpirsyariya dîrokî û biryardariya di jiyanê û şer de, şehîd bûn pêşêngên berxwedana Serêkaniyê.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 2 fermandarên YPJ yên şehîd bûne xwe eşkere kir.

YPJ ragihand ku fermandara YPJ a bi navê Zeyneb Felat 17’ê Cotmehê li Serêkaniyê û Fermandara YPJ’ê Nêrgiz Şewiş jî 12’ê Cotmehê li Til Xelefê şehîd bûne.

YPJ diyar kir ku piştî ku di 9’ê Cotmehê de êrîşên dagirker yên dewleta Tirk dest pê kirin, fermandarên YPJ Zeynep Felat û Nergîz Şewiş li êniyên şer yên Serê Kaniyê bi biryardarî û têkoşîneke mezin cihê xwe di şerê parastina nirxên mirovahiyê de girtine û gihaştine şehadetê.

Her weha hat diyarkirin ku tevî êrişên giran yê dewleta Tirk û hovîtiya çeteyên wê herdu fermandarên YPJ, heya dawî li ber xwe dane û bûn mînakên şerê Berxwedana rûmetê.

YPJ di daxuyaniyê de weha got:

“Fermandarên YPJ Zeyneb û Nêrgîz ji têkoşêrên bi cesaret û girêdayî doza welatê xwe bûn. Ev hevrêyên me di destpêka şoreşê de bûn xwedî kedên mezin. Di tekoşîn û şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê de di asta fermandariya jin de rolekî mezin girtin ser milê xwe. Bi fedekarî, rihê berpirsyariya dîrokî û biryardariya di jiyanê û şer de bûn pêşêngên berxwedana Serêkaniyê. Ew bi hevaltî û dilsozî her tim bi hestên netewî têkoşiyan.”

Nasnameya her du fermandarên YPJ’ê yên şehîd ketine weha ne:

Nav: Pinar Yilmaz

Nasnav: Zeynep Felat, di 17’ê Cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê şehîd bû.

**************

Nav: Sosin Yoksul

Nasnav: Nergîz Şewiş di 12’ê Cotmeha 2019’an de li êniya Til Xelef a li Serê Kaniyê şehîd bû.

Leave a Reply

Back to top button