Zelensky li ser rûya Waşîngtonê ye

Li nava Kîevê hêviya serketina li pêşberî êrişên Moskow ji her demê xurtir e.
Ev 10 mehin, li nava xaka Ukrayna şerekî dijwar pêk tê.
Ji despêka şer heta niha, Serokomarê Ukrayna Zelensky cara yekem ji welat derdikeve.
Koşka Spî ragihand ku Zelensky wê serdana Waşîngtonê bike.

24’ê Sibata 2021’an Rûsya bi rêya bejahî û hewayî dest bi êrişa li ser Ukrayna kir.

Ji wê rojê ve, li nava xaka welat şereke dijwar pêk tê.

Lê heta niha, ne Ukrayna kariye hêzên Rûsya ji welat derxîne û ne jî artêşa Rûsya kariye xeyalên serokê welat pêk bîne.

Piştî 10 mehan Zelensky ji welat derdikeve

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky yê di her fersendê de peyama berxwedana li dijî Rûsya dayî ji bo welat bo cihê hêviyê.

Zelensky ji roja despêkirina şer û heta niha tevî hemû daxuyanî û civînên bo Ukrayna ji welat derneket.

Her tim bi rêya vîdeo konfransan beşdarî lûtke û civînan bû.

Lê derket holê ku Zelensky li ser rêya Waşîngtonê ye.

Zelensky û Biden wê bicivin

Berdevka Koşka Spî Karine Jean-Pierre ragihand ku Zelensky wê li paytextê bi Serok Joe Biden re bicive.

Piştî vê wê li Kongresa Amerîka biaxive.

Tê pêşdîtin ku ev hevdîtin ji bo alîkariya berfireh ya Amerîka ji Ukraynayê re bike wê pêk bê.

Serdana Zelensky şevê din ji aliyê çapemeniya Amerîkayê ve hatibû ragihandin.

Di heman demê de hatibû gotin, ji ber rewşa ewlekariyê dibe ku di kêliya dawiyê de serdan bê betalkirin.

Pelosi ji parlamenteran xwest li paytextê bin

Li aliyekê din hate hînbûn ku Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosi ya amadekariyên xatirxwestinê dike, doh ji parlamenteran re nameyek şandiye ku şeva Çarşemê li paytextê bin.

Sedema daxwaza nameya Pelosi nehatibû zanîn.

Her wiha li gorî çapemeniya Amerîkayê dibe Biden dayîna sîstema parastina asmanîya Patriot bo Ukrayna erê bike.

Ukrayna: Pêwistiya me bi sîstema patriotan heye

Wezîrê Karê Derve yê Ukrayna Dmitro Kuleba di civîna Wezîrên Karên Derve ya welatên NATO a li Bukreşê de amade bû.

Wê demê Kuleba daxwaza sîstema parastina amanî Patriotan kiribû.

Di meha Gulanê de, Kongresa Amerîka paketa alîkariya ji 40 mîlyar dolarî ya ji bo Ukraynayê erê kiribû.

Di budçeya 2023’an de jî biryar da ku wê bi qasî 45 mîlyar dolarê din alîkariya Ukrayna were kirin.

Back to top button