Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 97 roj in didome

Xwepêşandan û gireva li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 97’an de tevî qetilkirina û girtina bi hezaran kesan heta niha berdewam e.
Hêzên dewleta Îranê piştî binçavkirina hezaran kes hewil dide cezayê darvekirênê bisepîne.
Li dijî van kiryaran NY’ê ji bo lêkolînkirina bûyrên li Îranê 3 jin erkdar kirin.

Li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwepêşandan û çalakiyên di 16’ê Îlonê de destpêkir, di roja xwe ya 97’an deye.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a ku bi pêşengtiya jin û ciwan li cîhanê deng vedayî, tevî girtin û cezayên bi darvekirinê jî didome.

Li seranserî Îranê û Rojhilatê kurdistanê gireva ku di 19’ê Kanûnê de destpêkir îro di roja sêyem de ye.

Gireva giştî li seranserî Rojhilat û Îranê di roja 3 de didome

Li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê esnafan dukanên xwe venekirin û neçûn ser kar..

Heman demê de li parkeke Zanîngeha Sine û Tehranê, hinek xwendevan, bi armanca şermezar kirina cezayên darvekirin çalakî li darxistin.

Her wiha duh bi şev jî li bajarê Tehranê, gel bi girseyî daket kolanan û dirûşmeyên li dijî desthilatdariyê nîşandan.

Gel li dijî zilma dewleta Îranê li qadan e

Bi heman awayî li taxa Kulşarî ya bajarê Kerec, welatî derketin çalakiyan.

Her wiha li bajarê Gurgan ê bakurê Îranê, ji bo Dr. Ayda Rostemî merasîmek hat li darxistin.

Li gor agahiyan, Dr. Ayda Rostemî ji ber ku xwepêşanderên birîndar ên Serhildanê derman dikir, ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin.

Di êrişên hêzên dewletê de nêzî 500 kesî jiyan xwe ji dest daye

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û heta niha nêzîkî 500 xwepêşander hatine qetilkirin û zêdetirî 18 hezar jî hatine girtin.

Dewleta Îranê cezayê darvekirinê daye 3 jinan

Her wiha ji girtiyan li zêdetirî 30 kesî cezayê bi darvekirinê hatiye sepandin ku di nava wan de sê jinên bi navê Mesha Muhemedî, Fehîme Kerîmî û Ferzane Qerehewslu jî heye.

HRW: Dewleta Îranê li bajarê Sine tundiyeke zêde pêk aniye

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan HRW’ê derbarê êrişên hêzên Îranê yên li dijî xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, taybet jî bajarê Sineyê de raporek belav kir.

Rêxistinê di rapora xwe de çewisandina hovane ya di xwepêşandanên Sineyê de şermezar kir û diyar kir desthilata Îranê tundûtujiyek zêde li dijî xwepêşanderan pêk aniye.

Li gorî raporê, di encama zextên li bajarê Sine, bi taybet di rojên 8’ê Mijdar û 17’ê Kanuna 2022’yan de herî kêm 6 xwepêşander hatine kuştin.

NY ji bo lêkolînkirina bûyerên li Îranê 3 jin erkdar kirin

Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo lêkolînkirina rastiya bûyerên li Îranê 3 jinên di qada navneteweyî de di warê hiqûqê de tên naskirin erkdar kir.

Back to top button