YE: Têkildarî mijara Tirkiyê tevahî vebijêrk li ser maseyê ne

Biryar û polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê li nava welatên Ewropa jî fikar dane avakirin.
Wezîrên Karê Derve yên welatên YE careke din civiyan.
Berpirsê Karê Derve û Polîtîkaya Parastinê yê YE Borrell diyar kir ku Tirkiye gavên durketina ji Ewropa di avêje û got: Em ji tevgera Tirkiyê bifikarin û di çarçoveya YE de hemû vebijêrk li ser maseyê ne.

Wezîrên Karê Derve yên welatên endamê YE doh civînek lidar xistin.

Di civînê de careke din mijara sereke hewildanên dewleta Tirk yên derixtina tevlîheviyan li Rojhilatê Derya Spî bû.

Berpirsê Karê Derve û Polîtîkaya Parastinê yê YE Josep Borrell piştî civînê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Josep Borrell îşaret bi civîna lîderan ya 25-26’ê Adarê were lidarxistin kir û got:

Yek ji mijara sereke ya niqaşa lîderên YE wê Tirkiye be. Serokên Konseyê di civînê de wê li ser rapora hatî amadekirin şêwirê bikin. Ji ber ku rêveberiya Tirkiyê hewildanên xwe yên li Rojhilatê Derya Spî kêm kiriye.

YE ji ber zextên li dijî HDP û vekişîna ji peymana Stembolê Enqere hişyar kir

Borrell diyar kir ku rewşa li nav Tirkiyê fikarên wan yên zêde daye avakirin.

Em vekişîna Tirkiyê ji peymana Stenbol û hewildanên girtina HDP’ê şermezar dikin. Ev yek Tirkiye ji rêya ber bi Ewropa ve dur dixe. Ger pêwist bike hemû vebijêrk li ser maseyê ne.

Lîderên YE Kanûna 2020’an ji ber lêgerîna dewleta Tirk ya li gaza Rojhilatê Derya Spî civiyanbûn.

Lîderan di civînê de gef li Enqerê xwaribûn ku heta Adara 2021’an ger ji van kiriyarên xwe venegere wê cezayan ferz bike.

Heta niha navê 2 rêveberên Tirk di nava lîsteya cezayan a 2020’an de heye.

Piştî civîna wezîrên karê derve niha çav vegeriyaye li ser civîna lîderan.

Ji ber wê di cîvînê de biyara dawî ya ceza yan necezakirina Tirkiyê diyar bibe.

Back to top button