Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo bi daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên wan di 22’ê Nîsana 2022’an de li baregeha Sîre ya dewleta Tirk a dagiker ya li Şêladizê xistine.
Fermandariyê ev agahî parvekirin:
“Yekîneyên me li baregeha Sîre ya dewleta Tirk a li bajarokê Şêladizê yê Başûrê Kurdistanê ava kiribû, xist.
Di encama vê çalakiya bi fuzeyê de, li baregehê leşkerên tê de, hatin cezakirin.
Hêzên PDK’ê yên Şêladizê ji bo leşkerên mirî û birîndar, bi cil û bergên sivîl çûne alîkariya leşkerên Tirk.
Ev yek bi awayekî zelal hate dîtin ku çawa alîkariya hêzên Tirk ên dagirker dikin.”
Fermandariya yekîneyê her wiha diyar kir ku bila dost û dijmin her kes bizane, ew ê li tu devera Kurdistanê rê nedin xiyanet, hevkarî û dagirkeriyê.
Fermandariyê got: “Em ê tola gelê xwe û lehengên xwe teqez hilînin.
Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Sîdar ve, ji bo bîranîn û tolhildana fermandar Şehîd Bedran Gundikremo di salvegera şehadeta wî de hate lidarxistin.”



