Ehmed Turk: Divê Kurd li her derê li ber xiyaneta PDK’ê rabin

Nerazîbûn û bertekên gelê Kurdistanê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK`ê li her derê didomin. Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û Hunermendê Kurd Hozan Comerd bang li herkesê kirin ku li her derê li dijî xiyaneta PDK’ê derkevin. Dakiyên Aştiyê ên Êlihê jî bi çalakiyek girseyî êrişa Tirkiyê ya bi hevkariya PDK’ê şermezar kir.

Rêxistina Partiya HDP’ê ya Mêrdînê ji ber meha Remezanê bernameyeke fitarê li dar xist.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û gelek kes tev li bernameyê bûn.

Di bernameya fitarê de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî û bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser başûrê Kurdistanê û wiha got:

Ahmet Turk bang li gelê Kurd kir ku li her derê li dijî xiyanetê derkevin.

Hozan Comerd: Divê gelê Başûr û Pêşmerge li dijî hevkariya PDK’ê derkevin

Têkildarî hevkariya PDK’ê ya bi dijmînên gelê Kurd re Hunermendê Kurd Comerd Qehreman jî axivî.

Hozan Comerd diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke berfirehe ku hebûna Kurdan dike hedef û ev tişt got:

Hozan Comerd bang li pêşmergeyên azad û gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî siyasetên PDK`ê bisekinin.

Dayîkên Aştiyê êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê şermezar kirin

Meclisa Dakiyên Aştiyê a Êlihê jî çalakiyek girseyî li dar xistin û êrişa Tirkiyê ya bi hevkariya PDK’ê şermezar kir.

Di çalakiyê de rêveberên HDP’ê û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Nûnerên TJA û Platforma Ked û Demokrasiyê amade bûn.

Girseyê di pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê de daxuyanî dan çapemeniyê.

Di çalakiyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku desthilata AKP’ê ji bo xwe biparêze konsepta şer pêş dixe.

Berdevka TJA’yê ya Êlihê Şukran Çelebî jî anî ziman ku AKP-MHP bi şer emrê xwe dirêj dike û di polîtîkayên şer de israr dike.

Back to top button