MXDŞ’ê bi beşdariya nûnerên saziyan ên Şengalê civîna xwe lidarxist

Meclîsa Xweser ya Şengalê têkildarî rewşa dawî bi beşdariya nûnerên saziyên Şengalê civiya. Piştî civîne Meclîsê darberê êrişên li ser Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew dixwazin rêz ji mafê wan ê civakî re bê nîşandan û hat gotin, ku ew ji diyalog, hevdîtin û çareseriyê re amade ne.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi beşdariya nûnerên saziyên Şengalê li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş civiya û rewşa siyasî ya Iraqê, Şengalê û cîhanê nirxand.

Di civînê de nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ, nûnerên rêxistinên civakî û ji herêmên ku Ereb dijîn jî nûnerên Meclîsên gel amade bûn.

Meclisa Xweser a Şengalê: Em ne alîgirê şer in lê ji bo parastina destketiyan em ê li ber xwe bidin

Di dawiya civînê de Meclîsê bi amadebûna nûnerên xwe daxuyanî da û helwesta xwe ya li dijî êrişên artêşa Iraqê ya di demên dawî de eşkere kir.

Meclîsê bang li herkesî kir ku rê li ber planên qirêj yên li dijî civaka Êzidî bigrin.

Her hiwa Meclîsê bang li hikûmeta Iraqê jî kir û wiha got: Piştî axaftinê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber ya Şengalê Azad Hisên ve hate xwendin.

Meclisa Xweser a Şengalê: Divê rewşa Şengalê bi danûstandinan bê çareserkirin

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker a bi hevkariya malbata Barzaniyan li hemberî gerîlayên azadiyê û herêma Başûrê Kurdistanê hate kirin û wiha hate gotin:

“Hemwextê êrişên li ser qadên gerîla, di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî berê xwe da Şengalê û dest bi dorgirtina noqteyên Asayîşa Êzîdxanê kir. Eger şerekî dijwar û berfireh çênebûye, ev ji ber helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê ye.”

Meclîsê di daxuyaniya xwe de anî ziman ev plan û siyaset Iraqê ber bi parçebûnê ve dibe û ev bang kir:

Em bang li dewleta Iraqê dikin ku li hemberî pîlana dewleta tirk a dagirker û PDK’ê bi hev re bisekinin. Em van hêzan ji mesela Şengalê dûr bixin û li rêyên çareseriyê bigerin. Û em bawer in, çareseriya li Şengalê wê siyaset, yekîtî û hebûna Iraqê xurt bike”

Meclîsê ragihand ji bo ku rewşa Şengalê li gor destûra bingehîn çareser bibe ew ji diyalog, hevdîtin û çareseriyê re amade ne.

Back to top button