Di demsala havînê de li cîhanê lehî!

Li Japonya tevî hişyariyan, ji ber lehiyê kesekî jiyana xwe ji dest da û hinek herêm di bin avê de man.
Li Hindistan û DYA jî lehiyên ku bûn sedema çem bifûrin, metirsiyek mezin dan çêkirin.

Guherîna sîstema avhewa, li ser asta cîhanê xwe dide hîskirin.

Di demsala havînê de baranên dijwar, dibin sedema ziyanên mezin.

Li Japonya ji ber barana dijwar 2 kes mirin

Li rojhilatê dur, Japonya di demsala havînê de baranê ziyanek mezin bi xwere anî.

Barana bi dijwarî li eyaleta Gukuoka, Oita û Saga xistî bû sedema lehiyê.

Di encamê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa Meteorolojî ya Japonya ji bo eyaleta Fukouka û Oita hişyariya şemitîna axê û lehiyê da.

Li Bakurê Hindistanê rê dibin avê de man

Li herêmên bakurê Hindistanê ji ber barana zêde ax şemitî, herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya India Todayê li bakurê welêt li gelek herêman baran û bayê zêde bi bandor bû.

Servîsa Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) ragihand ku li Delhiya Nû di 24 saetan da serê metreçargoşe 153 kîlo baran bariye.

Ji sala 1982’an ve ev yek barana herî dijwar ya di rojekê de bariya ye.

Ji ber barana zêde baxçeyên rûniştinê, rêyên binerd, bazar û avahiyên nexweşxaneyan di bin avê de man û ji ber vê jî pirsgirêkên çûnûhatinê derketin.

Li Amerîka baran û lehî

Ev der jî aliyê din yê cîhanê, parzemîna Amerîkaya Bakur e.

Li vir jî heman dîmenê ji ber baran û lehiyê derketî xuya dike.

Di serî de bajarê New York, lehiyê bandor li gelek herêman kir.

Di hatin û çûyînê de zehmetî derketin.

Back to top button