Du bi şev ji ber topbarana dagirkeriya Tirk ya li ser navçeya Zirganê du leşkerên Hikumeta Şamê birîndar bûn. Hêzên Rûsyayê jî îro li hemberî deriyê sînor ya Xerzê a li navçeya Amûdê xendek koland.
Duh, artêşa Tirk a dagirker deriyê sînor ya ku tenê 10 m dûrî rêya giştî ye vekir, lê îro hêzên Rûsyayê xendek li hemberî derî kolandin.
Li aliyê din, duh êvarê dagirkeriya Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Til Hermel û Bobê yên navçeya Zirganê dan ber topan.
Li gorî ANHA’yê di topbaranê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne û panzêreke wan rûxiya, lê hêzên hikumetê bê bersiv man.



