Rêveberiya Xweser 176 kon pêşkêşî koçberên Girê Spî kir

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî 176 kon ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kir, wergirt.

Rêveberiya Xweser beşa 3’emîn a konan ku hejmara wan 176 kon in, da rêveberiya kampa koçberên Girê Spî.

Rêveberiya Xweser beriya demekê jî 154 kon û piştre 176 konên din jî dan.

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî hewl dide beşekî nû di kampê de veke. 700 malbat wê di vê beşê de bicih bibin.

Têkildarî mijarê Hevserokê rêveberiya kampê, Mihemed El-Şêx spasiya Rêveberiya Xweser kir ku daxwazên koçberan pêk anîne.

El-Şêx diyar kir ku 920 malbatan xwestin li kampê bi cih bibin û got:

“Em nikarin zêdetirî 700 malbatî pêşwaz bikin, ji ber ku cih têrê nake.”

Hevserokê rêveberiya kampê sedema dereng-mayîna pêşwazîkirina koçbera û anî ziman û diyar kir ku heta niha projeya kanalîzasyonê bi dawî ne-bûye.

Back to top button