Li DYA krîza serokatiya Meclisa Nûneran

Ji bo hilbijartina serokê Meclisê heta tûra 6. dengdan pêk hat, lê namzedê Komarî Kevin McCarthy nekarî endamên partiya xwe razî bike.
Ev rewş piştî 100 salan cara yekeme li Meclisa Nûneran pêk tê.

Di hilbijartinên serokatiyê yên ku li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat kirin de, di dengdana 2 rojan de heta niha ti berbijarekî bi têra xwe piştgirî negirt.

Parlamenterê Komarî Kevin McCarthy jî di dengdana şeşemîn de nekarî 218 dengên pêwîst ji bo serokomariyê bi dest bixe.

Di vê dengdanê de hejmara dengên McCarthy di 201’an de ma.

Krîza hilbijartinê bi redkirina 20 parlamenterên ji baskê muhafezekartir ê Partiya Komarparêz ku dengê xwe bidin McCarthy, ku ew ji hêla îdeolojîkî ve bêbawer dibînin, dest pê dike.

Wan parlementeran deng dan endamekî din yê Komar yê binavê, Byron Donalds.

Endamekî Komarî jî li ser sindoqa dawî dengek vala avêt.

Lê berûvajî vê hemû endamên partiya Demokrat dengê xwe dan namzetê xwe Hakeem Jeffries.

Partiya Komarparêz di hilbijartinên navberê yên 8’ê Mijdara 2022’an de li Meclisa Nûneran piraniya dengan bi dest xist.

Li Meclisa Nûneran 222 endamên Komarger û 212 jî yên Demokratan hene.

McCarthy yê komargir hîna jî bi hêvî ye

McCarthy yê 57 salî ji 2019’an ve di Meclisa Nûneran de wekî serokê hindikahiyên Komarparêzan kar kir.

Piştî hevdîtina bi endamên partiyê re ku deng nedan wî, bi xweşbînî axivî.

Siyasetmedarê Kalîforniyayî anî ziman ku wan “pêşketin” pêk anîne û diyar kir ku ew difikirin di dengdan an jî dengên pêş de encam cuda be.

Dengdana heftem ji bo diyarkirina Serokê nû yê Civata Nûneran wê îro li gorî saeta Rojavayê Kurdistanê wê saet 19:00’an pêk were.

Piştî 100 salî bûyerek yekem

Nakokiya di navbera parlamenterên Komarparêz de her weha îşaret bi aloziyên nû dike.

Bi taybet di demekî ku ji bo hilbijartina 2024’an nîqaş tên kirin de, ev aloziya li nava Komarparêzan wê ji wan xêrê bi xwe re neêne.

Cara yekemîn 1923’an li Meclisa Nûneran pirsgirêkek wiha derketibû.

Wê demê Meclisa Nûneran karî di dengdana nehemîn de serokê xwe yê wê demê hilbijêre.

Back to top button