Projeyên xizmetguzariyê û yên hawîrdorê li herêmê berdewam in

Şaredariyên Gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêşkirina xebatan ji welatiyan re didomînin.
Li hin bajar û navçeyan de xebatên hawîrdorê dest pê kirin.

Tevî topbarana rojane li dijî navçeya Til Temirê, Şaredariya Gel a navçeyê xebatên xwe didomîne .

Çavdêrê fenî yê Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Nûr Mihemed Îbrahîm diyar kir ku beşa fenî, dest bi xebatên dirêjkirina torên kanalîzasyonê kiriye.

Nûr Mihemed wiha anî ziman : “Em niha li binê torê qum bi stûrahiya 10 cm bi dirêjahiya 825 metreyan rêdixin.

Li bajarê Dêrikê jî şaredariyê dest bi projeya sererastkirin û ziftkirina rêya kiriye beriya ku zivistan dest pê bike.

Di vê derbarê de hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen got:

“Em amade ne plansaziya sala 2023’yan temam bikin beriya ku zivistan bê.

Komîteya Hawîrdorê ya Tebqayê jî, xebatên sererastkirina parka navendî didomîne.

Komîteyê ji Îlonê ve dest bi xebatên xwe li parkê kir ku li ser rêya di navbera taxan û rêya navneteweyî de ye û rûbera wê 2 mehan biqedîne.

Back to top button