Xwepêşandanên xweydayê di roja 23’an de didome

Şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe bi daxwaza çûyîna Esed û serbestberana girtiyên siyasî didomînin.
Jin û Ciwan bi xurtî tev li xwepêşandan dibin.
Aktîvîsta femînîst û endazyar a ji Helebê Sîlvart Selûm destnîşan kir ku xwepêşandanên li Siwêdayê encama zexta li ser gel e.

Ji 20’ê Tebaxê ve ango ev 23 roje şêniyên Sweydayî bi daxwaze li gor madeya 2254 a NY xwe rêvebibin, guhertina siyasî û sûriyeke nenavendî li qadanin.

Li ser dawazên şêniyên Sweydanyê da ku bikari bin xwe rêvebibin, ji bo beşdarbûna avakirina saziyên alternatîf Partiya Lîwaya Sûriyê ya opozisyonê dest bi kar dike di saziyên xizmetguzariyê de li Suweydayê rêve bibe.

Yek ji karên herî girîng ew e ku xizmetguzariyên şaredariyê ji hemû taxên bajarê Suweydayê re pêşkêş bike .

Partiya Lîwa ya Sûriyê soza dabînkirina ava vexwarinê ji bo taxên niştecihbûyî yên parêzgeha Suweydayê ragihand û dest bi xebatên xwe kir.

Ji aliyeke din Aktîvîsta femînîst Sîlvart Selûm jî têkildarî xwepêşandanên Sweydayê axivî.

Sîlvart Selûm piştgiriya xwe ji xwepêşandanan re ragihand û diyar kir ku encama xwepêşandana zexta li ser gel e.

Sîlvart got: “Ez piştgiriyê didim xwepêşandanên li Siwêdayê ku beşdarbûna jinan tê de gelek girîng e.”

Aktîvîst Sîlvart destnîşan kir ku divê jinên sûriyeyî bi zanabûn û hişmendî û jîrî tev li xwepêşandanan bibin û cihê xwe di plankirinê de bigirin.

Sîlvart Selûm di dawiya axaftina xwe de ev daxwaz li jinan kir:

“Divê beşdariya jinan di xwepêşandanan de di çarçoveya banga guhertina siyasî û hildana pankartan de sînordar nemîne.

Em jin divê di radeya yekemîn de hevgirtî bin û bibin yek.”

Back to top button