HDP ji bo şehîdên Rojava paçên reş bi avahiya xwe ve daliqand

Ji bo êrîşen li ser sîvîl û şervanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 rojan şîn hatibu ragahandin.
Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî li ser avahiya xwe bi daliqandina pacên reş tevlî şînê bûn.

Rêxistinên HDP’ê yên Amed, Pasûr û Bismilê bi boneya sivîlên di êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê de şehîd bûne, paçê reş bi avahiyên xwe ve daliqandin.

Rêxistinên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ên Amed û navçeyên wê Pasûr û Bismilê ji bo bîranîna sivîl û şervanên li Rojavayê Kurdistanê wan jî paçê reş daliqandin.

Niha li çar beşên kurdistanû ewropayê şîneke giştî ya netewî ji bo şehadeta 29 endamên asayîşê ku di êrişên dagirkeriyê de li rojava şehîd bûn heye.

Back to top button