Edîbe Babûr: Li girtigehan zilm û êşkence heye

Hevseroka Wanê ya TUHAD-DER’ê Edîbe Babûr anî ziman ku tecrîd ji Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û got: “Li girtîgehan êşkence û zilm heye.”

Hevseroka Wanê ya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) Edîbe Babûr derbarê tecrîdê de axivî û got:

“Gelê Kurd bi fikar e ji ber ku 31 meh in bi ti awayî nikare agahiyê ji birêz Abdullah Ocalan werbigire.

Eger agahiyek ji birêz Abdullah Ocalan neyê şer wê hîn bêhtir giran bibe.

Bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ev yek sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye.

Tecrîd îro li hemû girtîgehan belav bûye. Tecrîd ne tenê li girtîgehan li her derê heye.

Tecrîd li ser civakê jî heye. Divê birêz Abdullah Ocalan karibe tavilê parêzer û malbata xwe bibîne.

Şert û mercên girtîgehan gelekî xerab e. Li girtîgehan êşkence û zilm heye.”

Back to top button