Li dibistanên Îranê bûyerên jehrîbûnê!

Jehrîkirina xwendekaran li dibistanên Îranê bi dawî nabin.
Heta niha bi hezaran xwendekar hatine jehr dan.
Lê hêjî dewleta Îranê nekariye ji êrişan re zelaliyê bîne.
Ev jî metirsiya ku dewlet bi zanebûn xwendekaran hedef digire zêdetir dike.

Ji dawiya meha Mijdara 2022’an ve li dibistanên Îranê xwendekarên keç têne jehrîkirin.

Ev bûyer heta niha li dehan dibistanên li Îranê pêk hatine.

Lê hêjî dewleta Îranê sucdarên van bûyeran dernexistiye holê.

Ev yek jî gumanên ku dewleta bi zanebûn xwendekaran hedef digire zêdetir dike.

Tenê di nava rojekê de êrişî 80’ê dibistanên xwendekarên keç hate kirin.

Li gor daneyan heta niha bêtirî hezar xwendekarên keç jehrî bûne.

Bêtirî hezaran xwendekar bi jehrî bûne

Ev bûyer li dehan dibistanên li parêzgehên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê rû dane.

Nayê zanîn êriş ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Têkildarî cureyên jehrîkirina ku gelê Îranê weke kîmyewî binav dike agahiyên zelal nehatine bidestixistin.

Ji ber bûyerên jehrîkirinê heta niha 4 zarok mirin e

Di encama êrişên kîmyewî de 4 zarok mirin e.

Welatiyên Îranê dibêjin, ev êrişeke taybet li dijî jinane.

Li gorî welatiyan aliyên ser bi desthilata Îranê bizanebûn xwendekaran jehrîdikin.

Mamoste li dijî jehrîkirina xwendekaran daketin qadan

Li dijî bêhelwestiya dewletê hêrsa welatiyan û mamosteyan zêdetir dibe.

Îro gelek mamoste ji bo şermezar kirinê daketin qadan.

Mamosteyan dirûşmeyên dijî revebirên dibistanan gotin û diyar kirin ku berpirsê sereke dewlete.

Li aliyê din têkîldarî vê mijarê ji derve jî bertek zêde dibe.

Koşka Spî: Jehrîkirina xwendekarên keç li Îranê bêwijdanî ye

Ev reş û metirsiya li ser xwendekarên keç di rojeva Koşka Spî de bû.

Berdevka Koşka Spî Kirîn-Jean-Pierre têkîldarî mijarê di daxuyaniya çapemeniya rojane de axivî.

Kirin Jean-Pierre jehrîkirina xwendekaran weke “bêwijdanyê” pênase kir û got:

“Em rewşa li Îranê rûdide di nava fikaran de dibînin û ji nêz ve dişopînin.”

Jean-Pierre got:

“Eger derkevr holê ku ev jehrkirin bi xwepêşandanên li Îranê re têkildarin, wê demê wê lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî were despêkirin.”

Back to top button