Riyad Derar nerazîbûn nîşanî dorpêçê û bêdengiya li dijî vê siyasetê da

Hikumeta Şamê dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomîne..
Hevserokê MSD’ê Riyad Derar nerazîbûn nîşanî dorpêçê û bêdengiya li hemberî siyaseta hikumeta Şamê da.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Riyad Derar li ser hesabê xwe yê Facebookê peyam da.

Derar di peyama xwe de diyar kir ku Şêxmeqsûd erdîngariya herî pak a Sûriyê ye ku niştecihên wê resen in û got:

“Beriya 9 salan çeteyên nijadperest bi top û moşekên kîmyewî taxa Şêxmeqsûd topbaran dikirin.

Îro jî endamên rejîma kirêt ard û sotemenî li ser taxê qut dike. Hemû jî mîna Goran bê deng in!”

Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji aliyê Firqeya 4`an a hikumeta Şamê di 13`ê Adarê de bi carekê de hat dorpêçkirin…

Li van herdû taxan zêdetirî 200 hezar kes dijîn û rê nayê dayîn ne ard û nan û ne jî sotemenî derbas bibe…

Ji 2012`an heta 2016`an êriş li ser van taxan dewam kirin û sala 2016`an de jî çeteyên dewleta Tirk 3 caran bi çekên kîmyewî êriş kirin..

Back to top button