Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide

Serokatiya Desteya Disîplînê ya Îmraliyê di 28’ê adarê de 3 meh cezayê disîplînê li Rêber Apo birîbû.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî vê yekê serî li Dadgeriya Înfazê û Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dabû.
Lê îtiraza buroyê bi hinceta ku “tu bêusûlî û dijqanûnî tune ne” ji aliyê her du dadgehan ve hatin red kirin.
Parêzer vê carê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.

Serokatiya Desteya Disîplînê ya Îmraliyê di 28’ê adarê de 3 meh cezayê disîplînê li Rêber Apo birîbû.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji ber vê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dabû.

Îtiraza buroyê ji aliyê her du dadgehan ve hat redkirin.

Di tebaxa 2021’ê de cezayê qedexekirina hevdîtinê ya malbatê hatibû birîn.

Ceza di 18’ê mijdara 2021’ê de bi dawî bûbû.

Parêzer jî ji bo hevdîtin pêk bê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn.

Piştî dozgeriyê serlêdan bêbersiv hiştibû parêzeran di 28’ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn.

Parêzeran di serlêdanê de destnîşan kiribûn ku astengiya li ber serdana malbatê bêhiqûqî ye û xwestibûn malbat biçe Îmraliyê hevdîtinê bike.

Lê belê dadgeriyê ev serlêdan bi hinceta cezayekî nû yê disîplînê red kiribû.

Piştî vê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî biryara redkirinê di 1’ê nîsana 2022’yan de serî li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê dabûn û îtiraz kiribûn.

Her wiha parêzeran di heman demê de ji bo rakirina cezayê disîplînê û wergirtina dosyeya disîplînê jî serî li Dadgeriya Înfazê dabûn.

Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê, di 4’ê nîsanê de bersiva îtiraza parêzeran dabû.

Dadgehê, bi hinceta biryara Dadgeriya Înfazê ne biryareke bêusûl û dijqanûnî ye, îtiraza parêzeran red kiribû.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê vê carê wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê bidin.

Back to top button