Li Girtîgeha Silîvrî ya Stenbolê 2 girtî bi êşkenceyê hatin kuştin

Li zîndanên dewleta Tirk, êşkence û binpêkirinên mafaN yên li dijî girtiyan bi dawî nabin.
Li Girtîgeha Silîvriyê ya bi ser Stenbolê 2 girtî bi êşkenceyê hatin kuştin.
Herwiha li heman girtîgehê 6 girtiyan jî ji ber êşkence û binpêkirinên mafa hewl dan xwe bikujin.

Li Girtîgeha Silîvriyê 2 girtî ji aliyê gardiyanan ve bi êşkenceyê hatin kuştin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi sernavê “Em Gazî Wezareta Dadê Dikin! Li Girtîgeha Silîvriyê Çi Qewimiye Eşkere Bikin!” agahiyek wek têbinî ku bi lezgînî ye belav kir.

ÎHD’ê ragihand girtî Serhan Yilmaz û girtiyek navê wî nehat hînbûn li Girtîgeha Silîvriyê di encama îşkenceya ji aliyê gardiyanan ve hatine kuştin.

Êşkence û nêzikatiya xerab ku ev demeke li Girtîgeha Sîlîvriyê zêde tê kirin, didomin

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo azadiyê: Di encama serdegirtina 60 gardiyanan de 6 girtiyan hewl dan xwe bikujin

Hat zanîn ku li heman girtîgehê 6 girtiyên edlî jî ji ber van binpêkirina hewl dane xwe bikujin.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî êşkence û binpêkirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Komeleyê da zanîn di 6’ê nîsanê de 60 gardiyanan bi ser qawîşa girtiyên edlî de girtine û got:

“Girtî hatine êşkencekirin û gef li wan hatine xwarin

Li ser vê yekê 6 girtiyan hewl dane bi benikên solan, xwe bixeniqînin.”

Komeleyê di daxuyaniya xwe de bang li Wezareta Edaletê kir ku têkilidarî gefa li ser jiyana girtiyan û binpêkirinên mafan di zûtirin demê de daxuyaniyekî bide.

Bi sirgûnkirina girtiyan hem girtî hem jî malbatên wan tên cezakirin

Li aliyên din jî di demên dawî de girtî sewqî girtîgehên dûrî malbatên xwe tên kirin.

Bi vî awayî hem girtî hem jî malbatên wan tên cezakirin.

Hate ragihandin 3 girtî ji girtîgeha bajarê Kayseriyê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin.

Ji wan yek girtiyên hatin sirgûnkirin Samî Geylanî ye.

Gulşen Geylanî, dêya Samî Geylanî têkildarî mijarê axivî û diyar kir di demên dawî de girtî tim tên sirgûnkirin

Gulşen Geylanî da zanîn ji ber derfet tune ye 4 sal in kurê xwe nedîtiye û got:

“Bi van sirgûnan hem malbat hem jî girtî tên cezakirin”

Back to top button