Li Seraqib 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Li Idlibê ku liv û tevgereke zêde heye, şer jî dewam dike. Di teqîneke li Seraqib a Idlibê de, 2 leşkerên hêzên hikûmeta Şamê hatin kuştin. Dewleta Tirk sewqiyeta ber bi Idlibê ve dewam dike û herî dawî karwanekî din jî, gihand noqteyên xwe yên çavdêriyê.

Li aliyê din jî çavdêriyê raghand ku li herêma Seraqib a li rojhilatê Idlibê, mayîneke ku hatibû çandin, bi hêzên hikûmeta Şamê ve teqiya.

Di encamê de 2 leşkerê hêzên hikûmeta şamê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk karwanekî din derbasî Idlibê kir

Li aliyê din dewleta Tirk ne tenê agirbestê binpê dike, sewqiyet û şandina hêzê jî ber bi Idlibê ve dewam dike.

Di van rojên dawiyê de jî bi sedan maşîneyên xwe derbasî Idlibê kirine û li noqteyên xwe yên çavdêriyê bi cih kirine.

Di vê çarçoveyê de çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan ragihand ku dewleta Tirk karwanekî din ê ku ji nêzî 35 maşîneyan ku 20 ji wan girtî ne, di Deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê kir.

Bi vê yekê jî jimara maşîneyên ku ji destpêka îlankirina agirbestê ve derbasî Idlibê bûne, gihatş 3 hezar û 760 maşîne û her wiha tê gotin jimara leşkerên dewleta Tirk ku li herêmên Idlib û Helebê belav bûne, gihatş zêde 10 hezar leşkerî.

Back to top button