Hikûmeta Iraqê 400 milyar dînar ji bo hikûmeta Başûr veqetand

Hikûmeta Iraqê 400 milyar dînar ango 336 milyon dolar ji bo hikûmeta Başûrê Kurdistanê veqetand.

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê pereyên ku jê re hatin veqetandin li gorî belgeya ku Wezîrê Darayî yê Iraqê, Elî Elawî di 24’ê vê mehê de îmze kirî, wergirt.

Ji Nîsana par ve, Meclisa Wezîran ya Iraqê daxwaz ji Wezareta Darayî kiribû ku veqetandina pereyan ji bo herêma Başûr rewestîne.

Her wiha pereyên berê jî ku ji bo herêmê hatîn dayîn vegerîne, ji ber herêma Başûr pereyên pêwîste bide hikûmeta navendî ji firotina petrola herêmê nedaye.

Ev çend meh in jî li herêma Başûrê Kurdistanê ji bo nedayîna mûçeyan, karmendên saziyan dadikivin qadan û bertekên xwe nîşan didin.

Back to top button