Li benda kesî neman û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser kirin

Şêniyên gundê Kersanê yê rojhilatê Minbicê bi armanca sivikkirina barê şêniyên gund sindoqeke alîkariya civakî ava kirine û bi hev re alîkar dibin 

Di serî de şêniyan ev mijar li ser internetê pêşniyar kir û şêniyên gund ên li derveyî Sûriyê jî destekek mezin da wan.

Ciwan pere ji derve şandin û kirin sindoqê da ku li malbatên hewcedar bên belavkirin.

Piştî demekê ji belavkirina alîkariyan, şêniyên gund bi xwe pere kirin sindoqê.

Ehmed El Mihemed ku yek ji rêveberên sindoqê ye got:

“Bi hevkariya komîn û rûspiyên gund û şêniyên wê yên li derve, me alîkariya hemû hewcedarên gund kir.

Di warê nasandina rewşên malbatan de komîn roleke girîng lîstin.”

Piştî demekê, hejmara piştgirên projeyê zêde bû û ew proje êdî mezintir bû” .

El Mihemed di dawiya bang li şêniyên herêmê kir ku bi malbatên hewcedar re bibin alîkar.

Back to top button