“Sûcê hovane li dijî Barîn Kobanê sûcekî şere”

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma dibêje:
Ji bo êrişa li dijî cenazeyê şervana YPJʹê Barîn Kobanê em makanîzmayeke nû ji bo darizandina dewleta Tirk wê lêkolîn dikin.”

Dewleta Tirk di êrişên dagirkirina Efrînê de, sûcekî hovane li dijî şervana YPJʹê Barîn Kobanê kir.

Barîn Kobanê ku li gel hevalên xwe yên şervan û şêniyên Efrînê li ber xwe dida..

1ʹê Sibata 2018ʹan li navçeya Bilbilê şehîd dibe ..

Cenazeyê wê ket destê artêşa Tirk û çeteyên wê.

Dagirkeran êrişî cenaze kir û pê lîst.

Di salvegera 5ʹemîn a şehadeta Barîn Kobanê de, rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma axivî..

Evîn Cûma diyar kir ku li gorî qanûnên navneteweyî sûcê hovane yê li dijî cinazeyê Barîn Kobanê sûcekî şer e ..

Evîn Cûma ji ber vî sûcî banga hesabpirsînê li dadgehên navneteweyî kir û got:

“Ev sûcekî şer e ku di dema êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê de hat kirin.

Tirsandina sivîlan jî sûcekî şer e, ji ber ku dibe sedema koçberiya niştecihên resen.

Ji ber vê yekê divê li pêşiya dadgehên navneteweyî hesab bê pirsîn.”

“Em ji bo darizandina dewleta Tirk mekanîzmayeke nû lêkolîn dikin”

Têkildarî xebatên komeleyê yên der barê doza şehîd Barîn Kobanê de Evîn Cûma ev agahî da:

“Me gelek caran hewl da dozekê li dadgehên Tirkiyeyê rakin.

Ji bo em karibin dozê rakin Dadgeha Mafên Mirovan, divê destpêkê di dadgehên xwecih re derbas bibe.

Lê ne mimkun e dozeke wiha li Tirkiye û hundirê Sûriyeyê were kirin.”

Ji bo rakirina vê dozê em li rêbazên din digerin..

Lêkolînên qanûnî têne kirin da ku rêbazên nû werin peydakirin.”

Back to top button