YE bo Tirkiyê: Bruksel 781 mîlyon euro dide Enqerê

Yekîtiya Ewropa di çarçoveya plana koçberan de, Tirkiye ve guherandiye kampeke koçberan.
Ev yek di serdana Endamê Berfirehkirina Komîsyona YE Varheyli ya Enqereê de careke din diyar bû.
Varheyli di berdêla 786 mîlyon euroyî de, Tirkiye razî kir ku penaberan li cem xwe bihêle.

Yekîtiya Ewropa di mijara Tirkiye ya bo karanîna polîtîkayên xwe de israr e.

Endamê Komîsyona Cîrantî û Berfirehbûnê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Olîver Varheylî di çarçoveya serdana xwe ya Enqereyê de bi Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan re civiya.

Di hevdîtinê de li ser têkiliyên YE û Tirkiyê hatin axaftin.

Yekitî ya polîtîkayên rejîma deshilat ya Tirkiyê derbarê koçberan de dizen, di berdêla pereyan de her demekê wan razî dike.

Pereyên YE, Tirkiye kiriye veguherandiye kampek mezin a koçberan.

Di serdana Varheylî ya Enqereyê de ji bo penaberên herî mexdûr ên li Tirkiyê peymana 781 milyon euro fonên YE’yê bên dayîn, hat îmzekirin.

Di daxuyaniya Komîsyona YE’yê de hat diyarkirin ku fona navborî wê ji bo penaberên di rewşa herî zehmet de ne were bikaranîn.

Di daxuyaniya komisyonê de, hat diyarkirin ku peymana Tora Ewlehiya Civakî (SSN) dewamiya Tora Ewlehiya Civakî ya Lezgîn e ku di dîroka YEyê da mezintirîn bernameya alîkariyê ya miroviye ku 2016’an dest pê kir.

Komisyonê îdia kir ku ji 2011’an ve bêtirî 10 mîlyar euro bo mijara penaberan hatiye bikaranîn.

“Em bi biryar in ku piştgiriya xwe bidomînin”

Oliver Varheyli di daxuyaniya xwe ya li ser peymanê da wiha got:

“Em bi biryar in ku bi hevkariya nêzîk a bi rayedarên Tirkiyê re piştgiriya xwe ji sala 2023’an şûnde jî bidomînin.”

Back to top button