Bi rêzefîlma ‘Leylet El-Siqût’ rastî tên berevajîkirin

Endama Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînemager a di xebatên li ser Şengalê de cih girt Safînaz Evdikê der barê rêzefîlmê Iraqê ‘Leylet El-Siqût’ ê ku der barê êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî şengalê hatiye çêkirin de axivî û got: Bi rêzefîlma ‘Leylet El-Siqût’ rastî tên berevajîkirin. Parêzvanên Şengalê YJA Star/HPG, YPJ û YPG’ê ne, ne pêşmergene.

Qirkirina Êzidiyan ku komkujiya herî hovane ya sedsala 21’an e, di 3’ê Tebaxa 2014’an de li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê û bi hevkariya hikûmeta Iraq, PDK û bi taybetî Tirkiyê pêk hat.

DAIŞ’ê bi hezaran êzidî kuştin û bi deh hezaran jin, zarok revand û wan li bazarên koleyan firot.

Niha jî di heyva Remezanê de rêzefîlmekî dramayî ya Iraqê bi navê “Leylet El-Siqût” an jî ‘Şeva Ketinê’, tê weşandin ku rastiyên hatiye jiyankirin bi berevajîkirinê diteyisîne.

Endama Kolektîfa Kezî ya Jinên Sînemager a di xebatên li ser Şengalê de cih girt Safînaz Evdikê derbarê rastiya film de axivî.

Back to top button