Ûkrayna: Rûsya 70 km li derdora bajarê Kîevê xwe paşve vekişand

Piştî mehekê ji şerê li Ûkraynayê re, hemû hewildanên welatên derve yên rawestandina vî şerî bi bin dikevin. Rûsya tevî cezayan jî asta dijwariya vî şerî kêm nake û di biryara xwe de bi israr e. Rûsya ragihand ew ê êdî bikaranîna çekên giran zêdetir bikin. Joe Biden jî bi wezîrê karê derve yê Ûkranî re rûnişt û piştgiriya xwe ragihand. Brîtanya jî bang li Rûsya kir ger bi giştî ji Ûkrayna derkeve ew amade ne cezayên li ser rakin. 

32 roj in li Ûkrayanayê şer heye.

Taybet li çend bajarên wê, Mariupol, Kîev û Lvîv şer giran e.

Herî dawî wezareta Parastinê ya Ûkraynayê ragihand di encama bersiva tund a hêzên Ûkraynî de hêzên Rûsî 70 km ji derdora bajarê Kîevê bi paş de vekişiyan.

Ji ber şerê dijwar ê li Kîevê hêzên Ûkranî heta 48 se’etan qedexeya derketina derve ragihand.

Hêzên Rûsî jî ragihand wan bajarê Slavutych kontrol kir.

Sergey Şoygu: Em ê bikaranîna çekên giran zêdetir bikin

Rûsya di 32 rojan de tevî bikaranîna gelek cureyên çekan jî nikarîbû Kîevê kontrol bike.

Ji bo wê jî ev demek e berê xwe daye çekên giran û wan êdî bi kar tîne.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku hêzên wan wê ji vir û şûn ve giraniyê bidin bikaranîna çekên giran.

Joe Bîden: Emê alîkariya xwe ya leşkerî bidomînin

Serokê Amerîkayê Joe Biden doh li Polonya bi Wezîrê Karê derve yê Ûkrayna Dmitro Kuleba re hevdîtinek pêk anî.

Biden diyar kir ew ê alîkariya xwe ya leşkerî ji bo Ûkrayna bidomînin.

Brîtanya: Ger Rûsya bi giştî li Ûkrayna derkeve emê cezayên li ser wî rawestînin

Li aliyekî din Brîtanya ragihand ew amade ne cezayên aborî yên li ser Rûsyayê bi dawî bikin bi şertê ku ew bi temamî ji Ûkrayna derkeve û şer bi dawî bike.

“Di 24 saetên dawî de 5 hezar Ûkranî koçber bûne”

Ji ber vî şerî dijwar jî, pêla koçberiya ji Ûkraynayê jî dewam dike.

Rayedarên Ûkranî ragihandin di 24 saetên dawî de ji Ûkraynayê taybet ji bajarê Mariupolê 5 hezar 208 kes koçî derveyî welat hatin kirin.

Back to top button