ANF: 15’ê nîsanê wê li dijî gerîlayên li kanîmasî êrişên dakirkeriyê dest pê bikin

Planeke din li dijî gerîlayan tê amadekirin û ev plan jî mîna her tim bi hevkariya PDK’ê ye. Dewleta Tirk a dagirker û PDK di nava amadekariyên êrişine nû de ne.
Ajansa Firatê li gorî çavkaniyên xwe ragihand bi hevkariya PDK’ê wê artêşa Tirk li herêma Kanîmasî dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

Di her êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de, destê PDK’ê tê de heye.

An wê destekê bide Tirkiyê û rê jê re veke an jî ew ê bixwe beşdarî şerê li dijî gerîlayan bibe.

Mînaka vê jî êrişa PDK ya li Xelîfanê bû ku tê de 7 gerîla şehîd xistin.

Ji bilî van, dema dawî behsa planeke nû li dijî gerîla tê kirin.

Ev plan jî ji aliyê Dewleta Tirk û bi hevkariya PDK’ê tê amadekirin.

Herî dawî ajansa Firatê li gorî hin çavkaniyên xwe yên xwecihî der barê vê planê de agahî dan.

Li gorî wê,

Di 15’ê Nîsana 2022’an de li herêma Kanîmasî ya Duhokê, wê artêşa Tirk li dijî nuqteyên gerîlayên HPG’ê dest bi êrişa dagirkeriyê bike.

Di encama teqînekê de wê 3 efserên berpirsyar bêne kuştin.

Ji van 3 kesan yek jê efserê parastinê ye ku li maseya PKK’ê dixebite, efserê duyemîn jî ji hêzên Zêrevan berpirsyar e.”

Çavkaniyê diyar kir ku tîmek ji 15 kesan ku ji hêzên Zêrevan (Yekîneyên taybet ên PDK’ê) û Pêşmergeyên Roj pêk tê, li baregeha Binesalawê hatiye bicihkirin.

Çavkanî îdîa kir ji bo zemîn ji êrişê re were amadekirin ev plan hatiye danîn:

1- Kuştina hin pêşmergeyên PDK’ê.

2- Teqandina lûleya petrolê ya ji Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê.

3- Li wê herêmê teqandina erebeyeke sivîlan.

Bi vê yekê tê xwestin ku êrişa dagirkeriyê di nava gel û raya giştî de bê rewakirin û mafdar bê nîşandan.

Li gorî heman çavkaniyê, dewleta Tirk ji bo êrişê ev amadekarî kirine:

1- Qada şer û derdora wê ji hewayê ve bê kontrolkirin.

2- Ji hêzên PDK’ê re hin cureyên teqemenî û cebilxaneyan bên dayîn.

3- Piştgiriya ji bo hêzên bejahî ji tank û erebeyên din ên zirxî.

4- Ji bo agahî ji hêzên bejahî û hewayî re bên dayin, bi beşdariya PDK û yekîtiya artêşa Tirk li cihekî nêzî qada şer odeya operasyonê bê avakirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku niha 3 yekîneyên hêzên Zêrevan û Hêzên Tevgera Taybet a Gulan li sînorê Fişxabûrê hatine amadekirin.

Her wiha hat ragihandin di qonaxa duyemîn a planê de wê rêya bingehîn a Kanîmasî bê qutkirin û piştî wê ji bo bidestxistina çiyayên Metînayê wê bikevin nava liv û tevgerê.

KCK’ê jî doh bi daxuyaniyekê behsa vê planê û amadekariyên êrişine nû kiribû.

Back to top button