Li Îranê heya niha zêdeyî 90 hezar kes bi Coronayê ketine

Li Îranê jî ku jimara kesên bi Coroanyê ketine 90 hezarî derbas kir, 20 rêxistinan banga berdana girtiyên jin li rejîma Îranê kir.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî pêla belavbûna vîrûsa Coronayê dewam dike.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Îranê heya niha zêdeyî 90 hezar kes bi vîrûsê ketine, ji wan zêdeyî 5 hezar û 700 kes jî mirine û nêzî 70 hezar kes jî baş bûne.

20 rêxistinan banga berdana girtiyên jin li Îranê dikin

20 rêxistinên navneteweyî û Îranê yên parastina mafên mirovan, di nameyek vekirî de daxwaz ji berpirsên Îranê kirin ku ji ber vîrûsê bi lezgîn girtiyên siyasî yên jin berdin.

Back to top button