Bîlançoya Îranê giran dibe, 56 kesên din jiyana xwe ji dest da

Li Îranê bîlançoya vîrûsê her ku diçe bilind dibe.

Li Îranê jî her roj jimara kesên bi vîrûsê jiyana xwe ji dest didin, zêde dibe.

Li gorî daneyên desthilatdariya Îranê di nava 24 saetên dawî de, 2 hezar û 80 kes jî bi vîrûsa coronayê ketine û 56 kes jî mirine.

Bi vî awayî jimara kesên li Îranê bi coronayê ketine gihaşt 141 hezar û 591 kesan û jimara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû, 7 hezar û 564 kes.

Her wiha rewşa 2 hezar û 551 kesan jî giran e.

Back to top button