PEN: Divê rojnamevanên Kurd serbest bên berdan

Li Amedê 16 rojnamevanên kurd di 16’ê Hezîrana 2022’yan de hatibûn girtin. Koordînatora Bernameya Ewropa ya PEN’a Navneteweyî  Aurelia Dondo banga serbest-berdana 16 rojnamevanan kir.

Îdianameya rojnamevanan hat qebûlkirin û dê di 11’ê Tîrmehê de, danişîna wan destpêkê bê lidarxistin.

Koordînatora Bernameya Ewropa ya PEN’a Navneteweyî  Aurelia Dondo li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ji bo rojnamevanan ev bang kir:

Wek gelê li Ewropayê em piştevaniya xwe ya ji bo 16 rojnamevanan destnîşan dikin û divê demildest bên berdan.

Back to top button