Rêveberiya Xweser hin bendên qanûna cezayan erê kirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî ya bi hejmara 73 li dar xist.

Destpêkê 2 endamên nû yên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, nûnera Meclisa Ciwanan a Reqayê Buşra El-Ehmed û nûnera Meclisa Zagonsaz a Efrînê Wefa Mistefa sond xwarin.

Piştre peymana sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya der barê erkên endamên Meclisa Giştî û çavdêriya li karê Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê, hat nîqaşkirin.

Dawiya civînê 96 madeyên ji reşnivîsa qanûna cezayan ku ji 343 madeyan pêk tê, hatin erêkirin.

Di rojên bê de, civînên din ji bo nîqaşkirina reşnivîsa qanûna cezayan û erêkirina wê bên lidarxistin.

100 Madeyên qanûna cezayan a giştî hatin erêkirin

Back to top button