Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, ji bo mîtîng û meşa navendî ya Dusseldorfê ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo 15’ê Nîsanê bê lidarxistin, banga tevlîbûna xurt kir.
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir tevlîbûna xurt a meşa Duseldofê pir girîng e û got:
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi tevlîbûna xurt ku peyamê bide hêzên komploger em bang li gel û dostên xwe dikin ku ji tecrîd, înkar û îmhayê re bêjin êdî bes e.
Bi hev re ji bo demokrasî, azadî û aştiye dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî” mezin bikin.
Divê hemû kes bi malbat û derdorê xwe re bi awayekî xurt tevlî meşê bibin.
Çalakvanên cenevreyê banga tevlêbûna meşa Dusseldorfê kirin
Li Qada Natîons a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî ku Ofîsa NY lê ye, her roja Çarşemê çalakiya rûniştinê tê lidarxistin.
Kurdsitaniyan îro jî çalakî domandin.
Destpêka çalakiyê, Hevserokê CDK’ê Mehmet Çelebî axivî û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê belavî hemû qadên jiyanê bûye û got:
“Cîhan li hemberî tecrîdê, durûtiyê dike.
Ji bo dawîbûna tecrîda Îmraliyê, emê 15’ê Nîsanê tevlî meşa li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, bibin.