Ahmet Kaya li ser gora xwe li Parîsê hat bîranîn

Îro salvegra 23’emîn a Hunermendê Kurd Ahmet Kaya ye .
Bi vê boneyê mlabat û hevreyên Hunermend Ahmet Kaya ew li ser gora wî yali Parîsê bibîranîn.

Bi pêşengiya TEV-ÇAND/Ewropa li ser gora xwe ya li Goristana Parîs Pére Lachaise hat bibîranîn.

Hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya, Osman Baydemîr, hunermendên TEV-ÇAND’ê û heskiriyên wî tevlî bîranînê bûn.

Li ser daxwaza hevjîna Ahmet Kaya, Gulten Kaya strana Mîr Perwer ku par beşdarî bîranînê bû hat vêxistin.

Mîr Perwer di Kanûna 2022’an de li Parîsê hat şehîdkirin.

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya 16’ê Mijdara 2000’î, li paytexta Fransa Parîsê li sirgûnê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button