Partiya Sûriya Pêşerojê li Dêrazorê pêşdeçûnên siyasî yên dawî li qada Sûriyê bi panelekê nirxand.
Li Şedadê jî li ser hevgirtin û sekna dijî siyasetên dijber civînek hate lidarxistin.
Panel, li bajarokê Kîsra yê rojavayê Dêrazorê pêk hat.
Ebid Hamid El Mihbaş li ser rewşa siyasî axivî û got, bi serdhildana gelan li dijî rejîmên desthilat herêm di veguherîneke dîrok û çarenûsî re derbas dibe.
Projeya Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ye û armanca wê pêkanîna nenavendiya li Sûriyê ye.
El Mihbaş bang li pêkhateyên herêmê kir ku li dijî êrişan hevgirtî bin û bisekinin.
Dawiyê teqezî bi mafê berxwedanê weke rêbazeke rewa li hember guhartinan hate kirin.
Şedadê-Civînek li ser hevgirtina gel dijî siyasetan pêk hat
Li bajarokê Ebû Hecîre yê Şedadê jî PYD li ser hevgirtin û sekna dijî siyasetên dijber civînek li dar xist.
Hevserokê PYD’ê ya Şedadê Fadil El Ehmed behsa rewşa siyasî, pêşdeçûnên li herêma Rojhilata Navîn û şerê hêzên hegemonîk kir.
Ehmed anî ziman ku armanca siyasetên dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocala, êrişên bê-navber yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.
Rûspiyên eşîrên herêmê jî gotin pêwîstî bi sekna li hemberî siyasetên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên heye.