Nûnerên saziyan banga tevlîbûna meşa li Dusseldorfê kirin

Nûnerên saziyên ku li bajarê Almanya Dusseldorfê hatin cem hev, têkildarî meşa ku wê di 15’ê Nîsanê de li bajarê Dusseldorf ê navenda Ewropayê bê lidarxistin, daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de Yuksel Koç axivî û bal kişand ser şert û mercên giran ên tecrîdê û banga meşa 15’ê Nîsanê ya ku wê li Ewropayê pêk bê, kir.

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut jî axivî û ev tişt got: “Em gelê xwe yê li Ewropayê, ji heft heta heftêyî vedixwînin meşa ku wê di 15 ‘ê Nîsanê de li Dusseldorfê bê lidarxistin.

ji CÎK’ê Hafiz Turhalî jî anî ziman heta ku tecrîda li dijî Rêber Apo neyê rakirin, gelê Kurd azad nabe.

Li ser navê Tevgera Jinan Ayten Kaplan jî axivî û bal kişand ser tecrîdê û banga hestiyariyê kir.

Têkildarî mijarê ji FEDA’yê Demîr Çelîk jî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û got:

“Pergala tecrîdê a li ser Birêz Ocalan, tecrîda li ser hemû baweriyan e.”

Her wiha ji TJK-E Sevîn Sîncar jî got:

“Dema azadkirina Rêber Apo ye, ji ber vê em hemû gelê xwe vedixwînin meşa navendî ya Dusseldorfê.”

Back to top button