30 xwendkarên Zanîngeha Kobanê derçûn

Beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi şahiyekê derçûn. Xwendakarn Bawernameyên xwe girtin.

Şahî li Hola Firatê ya Kobanê bi amadebûna malbatên xwendekaran hate lidarxistin.

Di şahiyê de hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim axivî û got:

“Piştî şerê ku li bajar qewmî vekirina Zanîngeha Kobanê gaveke pîroz û dîrokî bû û bi nêzîkbûna Roja Kobanê ya Cîhanê re, em berxwedana ku li vî bajarî hatiye nîşandan, bi bîr tînin.”

Şêrîn Mislim di dewamiya axaftina xwe de got:

“Xwendekarên me avakerên pêşerojê ne, em hêvîdar in ku di nava vê şoreşê de ji bo herêm û civaka xwe xebateke xurt bikin û bi pênûs û ramanên xwe têbikoşin.”

Stranbêj Hisên Xanî û Xelîl Can û helbestvan Hemî Kobanê û Dijwar Kobanê stran û helbestên xwe diyarî şehîdan kirin.

Şahî bi belavkirina bawernameyan li ser 30 xwendekarên zanîngehê bi dawî bû. Paşê xwendekaran serdana Goristana Şehîd Dîcle kirin.

Back to top button