Rûspiyên eşîrên Reqa bang li civata navnetewî kirin ku destwerdanê bikin

Şêx û rûspiyên Reqayê nerazîbûn nîşanî nîşanî dewleta Tirk dan ku li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne.
Şêx û rûspiyan diyar kirin ku hêza niha ji aliyê dewleta Tirk ve tên kîmyabarankirin ew in têkbirina DAIŞ’ê ya li Reqa de xwedî roleke girîng bûn..
Rûspiyan bang li hêzên navnetewî jî kirin ku li dijî van êrişan helwestê nîşan bidin û destwerdanê bikin.

Bi hezaran gerîlayên PKK`ê li bakur û rojhilatê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûn.

Her wiha di hemleya rizgarkirina Reqayê de jî gerîla bi roleke girîng rabûn. Gerîla bi heman rengî li Iraqê jî di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi roleke çalak rabûn.

Şêx û rûspiyên Reqayê li hember bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla bertek nîşan dan.

Rûspiyê eşîra El-Beryec Hisên El-Berces diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê çekên di navneteweyî de qedexekirî bi kar tîne û şerê qirkirinê dimeşîne.

El-Berces got: “Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li bakurê Iraqê û şêniyên li wan herêman sûc e, dewleta Tirk hewl dide ku gelê Kurd û Ereb qir bike da ku herêmê ji şêniyên resen vala bike.”

El-Berces her wiha bal kişand ser berdêlên ku hêzên leşkerî li herêmê dane û wiha domand:

“Hêzên ku dewleta Tirk wan bi çekên kîmyewî topbaran dike, ew in ên ku li Reqa û Iraqê şehîd dane, da ku ji DAIŞ’ê rizgar bikin. Erka me ye jî em weke eşîr û şêniyên herêmê piştgirî bidin gerîla û hesab ji sûcdaran bixwazin.”

Rûspiyê eşîra El-Ceabat Telal Hec Hîlal El-Sîbat jî bertek nîşanî dewleta Tirk da û got:

” Sûcên dewleta Tirk li Sûriye û Iraqê pêk tîne, nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike ku herêman dagir bike da ku ji bo çeteyên xwe cih ava bike.”

Rûspiyên eşîrên Reqayê bang li civata navneteweyî û meclisa ewlehiyê ya navneteweyî kirin ku yekser destwerdanê bikin, da ku van Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin û Erdogan û hevkarên wî darizînin.

Back to top button