Dêrazor-Paneleke diyalogê li ser Şerê Taybet hat li darxistin

Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê paneleke diyalogê li ser şerê taybet, bandor û neyîniyên wê li dar xist.

Panel li hola Meclisa Sivîl a herêmê hat lidarxistin.

Her wiha nûnerên jinan ên meclisên xwecih, sivîl û leşkerî yên Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de hevseroka Meclisa Rêveber a Dêrazorê Şahnaz El-Hefel axivî û got:

Gelek armancên şerê taybet hene, yek ji wan têkbirina serkeftinê û windakirina nirx û adetên civakî ye.

Hevseroka Meclisa Sivîl Fatme El-Merwan jî, îşaret bi rola jinên Dêrazorê di standina biryaran de nexasim piştî rizgarkirina wan ji DAIŞ’ê kir û got: “Divê jin ji komployên ku dixwazin îradeya wan têk bibin û rola wan di civakê de tune bikin, hişyar bin.

Dawiyê, hevseroka Meclisa Zagonsaz Duha El Salih diyar kir ku jin li hember hişmendiya baviksalariyê bi ser ket û li dijî hemû cûreyên şerê taybet bi lehengî li ber xwe didin.

Back to top button