“Ji bo parastina cîhanê dewletên ev roj ragihandin tiştek nekirin”

Endamê Têkiliyên Diplomatîk a PYD`ê Salih Muslim diyar kir ku dewletan ji bo parastina cîhanê tiştek nekiriye, 1’ê îlonê tenê sembolîk e ku heya niha aştî pêk nehatiye, yê ku aştiyê pêkbîne fikrê Rêber Ocalan e.

Îro 1’ê Îlonê roja Aştiyê ya Cîhanê ye.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ku bi milyonan mirov hatin kuştin û gelek welat hilweşiyan, NY ev roj wek roja aşîtîyê ya cîhanî ragihand.

Endamê Têkiliyên Diplomatîk a PYD`ê Salih Muslim derbarê vê rojê de axivî û diyar kir ku roja 1’ê Îlonê tenê sembolîk e heta niha li cîhanê aştî pêk nehatiye.

Salih Muslim got:

“Dewletên ku vê rojê wek roja aştiyê ragihandin ji bo parastina cîhanê tiştek nekirin.

Ger ku ev Roja Aştiyê li ser adaletê, azadiyê, wekhevî û mafnasiyê çêbûya wê demê ê watedar bûya.”

Salih Muslim: Dewleta Tirk Rojhilata Navîn kiriye qada şer

Muslim diyar kir ku herî zêde yê ku zirar ji şer dîtiye neteweya Kurd e û balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk û wiha got:

“Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên liser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û şerê ku di hundirê xwe de kiriye ew qas bajar talan kirin, xira kirin.

Dewleta Tirk bi van kiryarên xwe ve ti carî rêz ji aştiya cîhanê re negirtiye.”

Salih Muslim dazanîn ku dewleta tirk bi destê çete û DAIŞ’ê û bi operasyonên bi navê aştiyê rojhilata navîn xistiye wargehên şer.

Salih Muslim: Yê ku aştiyê pêk bîne rêber abdullah ocalan e

Muslim destnîşan kir ku yê herî zêde wate daye 1’ê Îlonê ku roja aşitî ya cîhanê ye Rêber Ocalan e.

Salih Mislim diyar kir ku yên ku bixwazin bi rastî aştiyê li Rojhilata Navîn pêk bînin, divê bi Ocalan re bicivin û tecrîda li ser wî rakin.

Salih Mislim di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Kesê ku bixwaze wateyê bide Roja Aştiyê ya Cîhanê, beriya her tiştî divê li fikrên rêber Abdullah Ocalan binêre. Yê ku aştiyê pêk bîne rêber Ocalan e.”

Back to top button