BERXWEDANA NASIR YAGIZ DI ROJA 117’AN DE YE

Li başûrê kurdistanê jî çalakiyên grevên birçîbûnê li dar in.
Berxwedaniya Nasir Yagiz di roja 117’an û ya endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûr Fedîle Tok jî di roja 57’an de ye.
Her wiha ji bo piştevaniya bi çalakiyan re hunermendên başûrê kurdistanê stranek hûnand.

 

Berxwedana Endamê Nûnertiya HDP’ê ya li Başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 117’an de ye.

Yagiz her ku diçe rewşa wî ya tendurstiyê xirab dibe.

Tevî vê yekê jî bi israre ku çalakiya xwe bidomîne.

BERXWEDANA FEDÎLE TOK DI ROJA 57’AN DE YE

Her wiha berxwedana Endama Meclisa Iştar a Mexmûrê Fedîla Tok jî di roja 57’an de ye.

Li navçeya Kelar a Germiyanê li dijî tecrîdê Endezyar Herêm Mehmûd 22 roj, Şeyma Ednan ji bo mehekê 15 roj û Endama Tevgera Azadî Ronak Mecîd ji bo hefteyekê 4 rojin di greva birçîbûnê de ne.

Endama Tevgera Azadî Ronak Mecîd, grevên birçîbûnê û serkeftina Rojavayê Kurdistanê bi hatina Cejna Newrozê ve girêda û wiha got;

Ev Newroz bi îrade û hêza jinên YPJ’ê, ruhê Leyla Guven, jinên di greva birçîbûnê de û tevahiya jinên azadîxwazên Kurd wê bibe Newroza berxwedan û serkeftinê.

Her wiha çalakger Herêm Mehmûd têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê û rola van çalakiyan ji bo Newroza Îsal ev tişt anî ziman;

Bi van çalakiyan wê Newroza îsal bibe Newroza berxwedana li dijî dagirkerî û zilmê ya li tevahiya herêmê.

Çalakger Şeyma Ednan ji bo Newrozê ev peyman da û got:

Ez daxwazê ji tevahiya jin û gel dikim ku bi ruhê Leyla Guven û hemû jinên ku li eniyên şer in Newroza îsal li Qendîlê pîroz bikin.

Leave a Reply

Back to top button