Şandeyeke Amerîka-Israîl serdana Imaratê kir

Piştî ku şandeyeke Amerîkî-Israîlî serdana Imaratê kir, hersê welatan daxuyaniyeke hevbeş dan.

Di daxuyaniyê de aliyan diyar kir ku peymana aştiyê ya di navbera Imarat û Israîlê bi navbeynkariya Amerîkayê, ji bo aramiya Rojhilata Navîn gaveke girîng e.

Di daxuyanê de hat gotin ku ev peyman girîngiyê dide gavên pratîkî ji bo avakirina pirên nû ber bi dawîkirina şeran û rêgirtina li ber nakokiyên nû di pêşerojê de.

Amerîka û Imaratê bang li rayedarên Filistînê kir ku, ji bo pêkanîna aştiyê, bi Israîlê re têkevin nav danûstandinan.

Hersê welatan, spasiya bertekên navneteweyî yên erênî derbarê vê peymanê de kir.

Back to top button