Çavdêriya Sûrî: Dewleta Tirk xwe ji gelek nuqteyên Idlib, Heleb û Hemayê vedikişîne

Di çarçoveya bicihanîna lihevkirina Rûsî-Tirkî de, karwanên leşkerî yên dagirkeriya Tirkiyê ji nuqteyên çavdêriyê yên dorpêçkirî yên gundewarê Idlib, Heleb û Hemayê vekişiyan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku zêdeyê 140 erebeyên dewleta Tirk ji nuqteya çavdêriyê ya 3. a li gundewarê rojavayê Helebê, ber bi derdora devera Etarib a gundewarê Helebê yê rojavayî ve vekişiyan.

Çavdêriyê her wiha da xuyakirin ku karwanekî mezin ji nuqteya leşkerî ya Meer Hetat ber bi balafirgeha Teftenaz ve vekişiya.

Li gorî Çavdêriyê, dewleta Tirk nuqteya Meer Hetat bi temamî vala kir.

Mosko û Enqere li hev kiriye ku Tirkiye xwe ji herêmên li Heleb, Idlib û Hema yên Rûsya û hikûmeta Şamê kontrol kirine, vekişîne.

Back to top button