
Ciwanên Minbicê qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û banga pêkanîna zextan ji rêxistinên navdewletî dijî Tirkiyê kir.
Ciwananên Minbicê ji bo şermezarkirina qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk ve çalakiyek protestoyî li dar xist û daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bike û wê neçar bike ku qanûna navneteweyî pêk bine û para herêmê ji avê nedize.
Hat teqezkirin jî ku êrîş û sûcên Tirkiyê, wê vîna ciwanan neşkîne, berovajî wê dê israra wan a serkeftinê zêde bike.
He wiha derbarê domandina qutkirina ava Firatê ser herêmên Sûriyê fikarên welatiyan mezin bûye ku ev yek ziyaneke mezin gihandiye wan.