Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 19 rewşên nû yên vîrûsa coronayê û 3 rewşên mirinê hatin tomarakirin..
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 19 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin.
Ew jî;
7 li Qamişlo
6 li Hesekê
5 li Dêrikê
1 li Amûdê
Desteyê diyar kir ku, 2 kes li bajarê Dêrikê, yek jî li bajarê Hesekê bi vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 9 jî rihet bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 575’an, 110 ji wan baş bûne û 38’an jî jiyana xwe ji dest daye.