Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê jî, ji ber baran û teyrokê lêhî rabû. Av ket hindirê gelek xanî û cihên sewalan.
Di saetên êvarî de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştî baran û teyrokek zêde bariya, lêhî rabû.
Her wiha av ket hindirê hinek mal û cihê sewalan.
Dîwarên hinek hewş û xaniyan jî rûxiyan.
Li gor agahiyan, ti zirarên canî çênebûne.
Gel û şaredariya wargehê bi derfetên xwe hewil didin rê û qenalên ku ji ber lêhiyê hatine girtin veke.