“Li nava NATO Tirkiye welatê herî zêde cihê bêbawerî yê ye”

Ji ber polîtîka û kiryarên xwe, li nava welatên NATO, Tirkiye welatê herî cihê bêbaweriyê ye.

Fona Marshall a Almanya û Weqfa Bertelsman têkildarî baweriya li nava NATO lêkolînek bi şirketa Kantarê da kirin.

Di lêkolînê de welatê herî zêde cihê baweriyê li nava NATO, bi rêjeya ji sedî 75 Kanada, Almanya û Swêd jî bi rêjeya ji sedî 73 cihê xwe di rêza duyem û sêyem de girtin.

Hevkarên herî kêm bêbawer Polonya ji sedî 45 û Tirkiye ji sedî 23 bû.

Di rapora ku ji bo naskirina baweriya navbera hevalbendên Transatlantîk ku bi navê “Transatlantic Trends” de, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Holanda, Polonya, Spanya, Swêd, Tirkiye, Îngilistan û DYA hebûn.

Di lêkolînê de, ji welatên YE Almanya û Hollanda ji sedî 76, li Swêdê ji sedî 74, Îtalya ji sedî 73 û Fransa jî ji sedî 72 kesên beşdar bûyîn ji Tirkiye nebawerin.

Rêjeya Amerîkiyên ku ji Tirkiyê ‘nebawer’ jî ji sedî 42 ye.

Di mijara demokrasiya li Tirkiyê de jî ji welatên hevalbendên NATO bêbaweriyek zêde li pêşberî tirkiyê tê dîtin.

Back to top button