Macron ê Bin Selman pêşwazî kirî bo cihê bertekan

Prensê Erebîstana Siûdî Mihemed Bin Selman di gera xwe ya li Ewropa de berê xwe da Fransa.
Serokomarê Fransa Macron yê Bin Selman bi merasîmê pêşwazî kirî, bû armnaca mixalîfan.
Di rojeva sereke ya aliyan de krîza enerjiyê hebû.

Prensê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman doh bi serdaneke fermî berê xwe da Fransa.

Mihemed Bîn Selamn ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve li Qesra Elysee ya paytext Parisê bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.

Macron di şîva ku li Qesra Elysee hat lidarxistin de Prens Salman kir mêvan.

Hat diyarkirin ku rojeva sereke ya civînê krîza enerjiyê ya piştî Şerê Ukraynayê ye.

Tê fikirîn ku Macron wê ji Salman bixwaze ku hilberîna petrolê ya Erebîstana Siûdî zêde bike.

Prens Mihemed Bin Selman dema ji Fransa derket jî, ji bo Macron nameyek hişt û got:

Hevdîtinên me xwesteka me ya xurtkirina hevkarîya her du welatan nîşan da.

Prens Selman yê bi kuştina Rojnameger Cemal Xaşiqcî ya 2018’an tê tewambarkirin cara yekeme serdana Ewropa dike.

Li gorî lêkolînên Neteweyên Yekbûyî, Erebistana Siûdî ji kuştina Xaşiqcî berpirsyar tê dîtin.

Di rapora Îstixbareta Amerîka de hate gotin ku fermana kuştina xaşiqcî ji aliyê Prens Mihemed Bin Selman ve hatiye erêkirin.

Rêveberiya Riyad jî vê rapora Amerîka red dike.

Rêxistinên sivîl difikirin ku Prensê Siûdiyê bi serdana xwe ya Ewropî dixwaze rawabûnê ji xwe re çêke.

Raportora taybet a Neteweyên Yekbûyî Agnes Callamard derbarê kuştinên bê daraz û lêkolîna dema kuştina Xaşiqcî de got;

Serdana wê ya Fransayê “wê rastiya ku Prens Selman ji qatilekî pêve ne tiştekî dine neguherîne.”

Back to top button