Amerîka daxwaza Almanya ya bo kirîna 35 balafirên F-35’an erê kir

Hikumeta Almanya ya ku dibîne şerê êdi li nava parzemînê ye, hêza xwe ya asmanî xurt dike.
Wezareta Karê Derve ya Amerîka, daxwaza Almanya ya ji bo kirîna 35 balafirên F-35 û pêwistiyên wê erê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Ajansa Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya Amerîkayê de hat gotin,

“Wezareta Karê Derve biryar da ku firotina balafirên F-35, amûr û cebilxaneyên girêdayî wê bi nirxê 8,4 milyar dolarî ji Almanyayê re bê qebûlkirin.”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de ji Kongreyê re erê kirin hate şandin.

Hat destnîşankirin ku di pakêta firotinê de 35 balafirên F-35, 37 motorên yedek, hejmareke zêde ji qalib û şiyanên cihêreng û alavên din ên piştgiriyê hene.

Hêjayî gotinê ye ku pejirandina firotanê piştî ku Almanya razî bû ku pergalên parastina mûşekî yên pêşkeftî bide Ukraynayê hat erêkirin.

Pejirandina Wezareta Derve ya ji bo firotina çekan bi tenê tê wateya ku firotin bo welat başe.

Lê ya sereke divê ev biryar ji aliyê Meclisa Nuneran û Konreya Amerîka ve were erêkirin.

Back to top button